• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê di gel Nûnerên hêz û aliyê siyasiyan û şanda siyasiya Herêmê bo Bexda kombû

Gulan Media October 16, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê di gel Nûnerên hêz û aliyê siyasiyan û şanda siyasiya Herêmê bo Bexda kombû
Duhî yekşemê 16/10/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi amadebûna Dr. Kemal Kerkukî Serokê Parlemen û Dr. Berhem Ehmed Saleh Serok Wezîr û Cîgirên wan li gel nûnerên hêz û aliyê siyasiyên Herêmê (Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê, Partiya Sosyalîsta Demokratên Kurdistanê, Yekgirtiya Îslamî, Partiya Şu'îya(Komunist) Kurdistanê, Komela Îslamiya Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşên(Kedkarên) Kurdistanê û Tevgera Îslamî) û şanda siyasiya Herêmê ya Bexda re civiya.

Di civînê de, Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina nûnerên hêz û aliyê siyasiyan û şanda siyasiya Herêmê ya Bexda, civînê bi destpêkekî girîng wesif kir ji bo guhgirtina rapora şanda siyasî û guftûgokirina encama kombûnên wê şandê li gel hêz û aliyê siyasiyên Iraqê de û li asta meseleyên neteweyiyan da tekez li ser girîngiya parastina yekrêziya hêz û aliyê siyasiyên Herêmê kir.

Paşê rapora şanda siyasî pêşkêşî nûnerên hêz û aliyê siyasiyên Herêmê kirin û encama kombûnan jî ya li gel Serok Komar, Serok Parlemen, Serok Wezîr û hêz û aliyê siyasiyên Iraqê bi erênî wesif kir. Serok Barzanî û nûnerên hêz û aliyê siyasiyan amadevanên kombûnê ji bo wan kar û çalakiyên başê ku li Bexda encam dane destxweşiyê li şanda siyasî kirin.

Sebaret bi meseleya daxistina alaya Kurdistanê ya li qezaya Xaneqîn jî şandê ronahî kir ku tu biryarek bi daxistina alaya Kurdistanê li qezayê ji aliyê Serokayetiya Wezîrên Bexda derneketiye, belku berpirsekî Wezareta Navxo bi hemahengiya li gel birêvebiriya polîsê parêzgeha Diyale rênimayiyek bi bêyî agahdariya Serokayetiya Wezîran derxistiye û ev reftar jî ji aliyê amadevanên kombûnê ve hate red kirin û tekez jî li wê yekê kirin ku ew ala bi tu awayekî nayê daxistin.

Li dawiya civînê û li ber ronahiya rapora şanda siyasiya Herêmê ya Bexda û tekezkirina endamên şandê li ser amadehiya hêz û aliyê siyasiyên Bexda bi pabendbûna destûr û peymanan û çareserkirina gîr û giriftên di navbera Herêm û Bexdayê de biryarê li ser van xalên li jêr dan:

1- Çuna şandekî hikumî bo Bexda ji bo çareserkirina dosyeya helawestiyên li navbera Hikûmeta Herêm û Hikûmeta Federal.

2- Pêkanîna lîjneyekî bilinda siyasî ku têda nûnerên Herêmê ji hemû hêz û aliyê siyasiyan ve pêk bê.

3- Bihêzkirina nûnerayetiya Herêma Kurdistanê li Bexda.

4- Danîna du çavdêrên siyasî ji aliyê Serok Wezîrê Iraq û Serokê Herêma Kurdistanê ji bo bi duvdaçûna kar û erkên li navbera Herêm û Bexdayê.
Top