Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Rewta Demokratî kir
Li hevdîtinê de, şanda bilinda Rewta Demokrat bi kurtî di derbarê pêkhat û armanca tevgera xwe ya li warê siyasî, aborî, yasadanan, civakî, xizmetguzarî, jêrxan, perwerde, rewşenbîrî û ragihandinê pêşkeşî Serok Barzanî kir û bi mebesta binyadnana Iraqekî Federal û Demokratî pêşketî tekez li ser pêşxistina pêwendiyên li gel tevgera neteweya gelê Kurdistanê û aliyê siyasiyan kir. Balkişand li ser wê yekê ku nêzîkbûna hêz û aliyê demokratiyan ku hêz û aliyê Kurdistaniyan beşekin ji wan hêzên din dibexşê pêvajoya siyasiya Iraqê ya li rêya rastkirina tevgera pêvajoya siyasî û pêkanîna çaksaziya siyasiya li hemû waran da.
Serok Barzanî, ji bilî tekezkirina bi girêdayîbûna destûr wekî zemanetek ji bo serxistina pêvajoya siyasî û çareserkirina hemû gîr û giriftên li navbera hêz û aliyê siyasiyên Iraqê, ragihand ku Rewta Demokratî rewtekî ne namo û xerîbe li gelê Kurdistanê û her li şoreşa eylûlê ve dirûşma demokratiyetê bûye dirûşma serekiya şoreşê û em bawerin li keşekî demokrat da hemû pirs û gîr û girift dihêne çareserkirin û sebaret bi tevgerê jî piştgîriya tevahiya xwe ji bo şandê ragihand û daxwaz kir bi kiryarê dirêjî bi kar û çalakiyan bidin.
Her wiha guftûgokirina pêşketinên dawiya pêvajoya siyasî û ewlehiya welat mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
