• Tuesday, 03 February 2026
logo

Kerkûkî: Eger ligel PKK aştîxwaz bin, wê ew jî bibin dost

Gulan Media October 13, 2011 Nûçe
Kerkûkî: Eger ligel PKK aştîxwaz bin, wê ew jî bibin dost
Serokê Parlamentoya Kurdistanê Dr. Kemal Kerkûkî bo Rûdawê ragehand: “Her hêzeke Iraqê bê ser sînorên Herêma Kurdistanê ve, wê têkbiçe û ev firkir ji bo çareserkirina pirsgirêkan ne raste.”

Derbarê daxuyaniyeke serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ya derheqê şandina artêşa Iraqê bo ser sînorên Herêma Kurdistanê û ji bo rê li gêrîlayên PKK û PJAKê bigre, Kerkûkî got: “Her aliyek bifikire her pirsgirêkek bi çekan û şiddetê bê çareserkirin, tiştek ne raste û ev biryar ji despêkê ve nagihe armanca xwe.”

Kerkûkî mînakek anî û got: “Dema tû pişîkekê di qûncikekê de asê dikî, pisîk ji neçarî êrişê te dike û çavên te derdixe. Lê ger tû li gel aştîxwaz bî û li gel bileyîzî, wê ew jî bibe dostê te û li gel te bileyîze.”

Roja 12.10.2011an Wezîrê Derve yê İraqê Hoşyar Zêbarê di serdana xwe ya bo Tirkiyê de li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu civiya. Davutoglu ragihand ku wê pir keyfxweş bibin dema Hikûmeta İraqê hêzên xwe rêke navçeyên ser sînorê İraq û Tirkiyê.

Herwiha Davutoglu ragehand ku ev biryarek giringe û em li benda cîbicîkirina wê biryarê ne. Ger ew biryar hat cih, wê demê pêwîste operasyonek derveyî sînor ya li dijî PKKê ya di nava axa Herêma Kurdistanê de nake.

Rudaw
Top