Davutoglu: Ger Îraq sînorê xwe biparêze pêdivî bi operasyona derveyî sînor namîne
Li gorî hate zanîn, di hevdîtina Wezîrê Karê Derve yê Îraqê Hoşiyar Zêbarî û Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davuotglu ligel mijarên cuda operasyona derveyî sînor bû, ku Meclîsa Tirkiyê berî demekê ev biryar bi erênî bersivand û ew maf da artêşa Tirkiyê li dijî gêrîlayên PKK'ê bi operasyona derveyî sînor rabe.
Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Davutoglu derbarê vê mijarê de bersiva pirsên rojnamegeran da û bi taybet li ser daxuyaniya Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî ku gotibû, ger were xwestin wê artêşa Îraqê derbazî deverên sînor bibe, axivî û got "Daxuyaniyeke pir girînge, dema Îraq xwe bi xwe sînorên xwe biparêze, pêdiviya Tirkiyê jî operasyoneke derveyî sînor namîne. Hebûna terora nerehetiyê dide, di nava xaka Îraqê de, li dijî makzagona Îraqê û qanûnên NY ye."
Her wiha Davutoglu hêvî xwest ku ev pirsgirêk bi dawî were û ya tê xwestin bê kirin.
Avestakurd
