• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serokê hikumeta herêma kurdistanê pêşwazî li malbata şehîd Meşel Temo kir

Gulan Media October 11, 2011 Nûçe
Serokê hikumeta herêma kurdistanê pêşwazî li malbata şehîd Meşel Temo kir
Duh 10-10. 2011, Dr. Berhem Salih seerokê hikumeta herêma kurdistanê digel Faris Temo kûrê şehîd Meşel Temo civî yak u berî çend roja bi destê hêzên Surya li bajarê Qamişlo şehîd ket.

Serokê hikumetê hevxemî ya xwe digel kurdên Suryê û malbat û hevalên şehîd Meşel Temo dîyar kir û got: şehîd Meşel Temo şehîdê gel û azadî û demokrasî û bidestxistina mafên millet me û nîşaneke di a xebata aştîxweza kurd bu jibo azadî û bihevre jîyaneke aştîyane.

Berhem Salih, diyar kir, divê ji şûna tundî û şer, şêwazên aştiyane bo çareseriya arîşeyan bên hilbijartin, ji ber ku tundî û şer, ji bilî zirarê tu sûdeke wê tune.

Kurê Meşel Temo, Faris Temo jî, bi navê malbatê xwe, spasiya serokwezîr Berhem Salih kir û got, ev hevdîtina wek dildariyekê bo malbat û xizmên Meşel Temo ye û wiha anî ziman:

Em dixwazin xwîna bavê me bibe hêvanê aştî û azadiyê û mafên demokratîk û rewa yên gelê me bên wergirtin.

Siyasetmedarê kurd Meşel Temo, 7ê Cotmeha 2011ê, li bajarê Qamîşlo yê Sûriyê ji aliyê çekdarên nenas ve hatibû kuştin.
Top