Fazil Mîranî, Şanda Kurd ji bo Baxdadê Serkevtî bû û Encameka Baş lê Kevtîye
Evroj paş nîvrojê di kongereyekî ronamevanî de li bajêrê Selaheddîn, sekreterê poltî buroya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK), Fazil Mîranî, ragihand, ku şandeka herêma kurdistanê ji bo erkekî sîyasî, çar rojan li Baxdadê maye, bi rastî jî erkê me ne guft û go bû li ser hûrkarîyên hunerî, belê ew karê hukûmat û parlîyamentê ye, erkê me asayîkirina peywendîyên sîyasî bû.
Herweha Mîranî got, ev şandeya han jî ji encama vekombûna serokê herêma kurdistanê, Mesûd Barzanî, bi partîyên kurdistanê re bû, ku ji sê partîyên opozisîyonê, PDK, YNK, partîya kommunîsta kurdistanê û partîya zehemet kêşan pêkhatîye, di evê kombûnê de jî serok Barzanî hat serpişkkirin ji bo pêkhênana evê şandîyê, ku ev şandîya han jî ji, berpirsê poltî buroya YNK, Mela Bextîyar, û serokê dîwana serokatîya herêma kurdistanê, Fu`ad Huseyn, û endamê poltî buroya Partîya Yekgirtû û endamê poltî buroya Komeleya Îslamîya Kurdistanê mamosta Yasîn pêkjhatibû.
Ji alîyekî din ve Mîranî amaje bi evê çendê da, ku weha biryarbû nûnerekî Goran jî tê de pişikdar bibe, belê li demjimarên dawîyê de peywendê nekirin, belê em hayadarkirin, ku piştivanî li hemû rêkevtin û dan û standinên evê kombûnê dikin.
Eve jî da nîşandan, ku çûna evê şandeyê ji bo Baxdadê di demê xwe deye û gelek girîng bû, ji bo ew tarîya ku li ser helwesta kurd û kurdistanê heye, ku girîngî bi rewşa Iraqê nade, nehêle.
Herweha got, arîşeya me hinek li ragihandinê dihê encamdan û hinekî din jî li danûsatndinan dihê encamdan, mijara serekîya guft û goyên me maddeya 140 e, destêwernadan li destûrê, qanûna petrol û gasê, hevsengî û guharîn li supayê, rêjeya kurd, budceya herêma kurdistanê û Iraqê bû. Li dirêjahîya gotinên xwe de got, tiştê herî baş me dikarî giranîya kurd bidin nîşandan, ewan ji me re dan xuyakirin, ku bi bê kurdan hukûm li Baxdadê nahê kirin, em hevpişkin û em ne beşdarin, hûn neteweya duyê ne, karên serwerî jî bê kurdan çênabe bihê kirin, bi me re jî gotin di pêşkevtina herêma kurdistanê de em dilgiran nabin ji ber ku pêşkevtina Iraqê ye.
Weha jî got, gişt rola serokê herêma kurdistanê di pêkhatina dewleta Iraqê, bi girîngî dan zanîn, ji ber ku wî Iraq ji valahîyeka kargêrîya qanûnî rizgar kir.
Herweha jî got, seredana ewê şandîyê gelek serkevtî bû, bi me re jî gotin, em çend girîngî bi Iraqê didin bi qas wê jî em girîngî bi herêma kurdistanê didin, em hevalê hevin û berevanîya hev jî dikin, belê em li ser daxwazên mafên xwe ti carî nadin alî, herweha me daxwaza guharîna qanûna hilbijartinê jî kir.
Weha jî da nîşandan, ku hebûna kurdan li Baxdadê pêdivî bi lêvegeranekî heye, ji bo ewan araste bike û li duvçûna cihbicihkirina rêkevtinan bike, ji ber evê yekê gerek em ji berê zêdetir bihên rêxistin, me heyam ji bo çûna şandeya hukûmeta herêma kurdistanê ji bo Baxdadê xweşkir.
PNA
