• Tuesday, 03 February 2026
logo

Qamişlo: Nêzî 100 hezar kes tevî cenazeya Mişel Temo dibin, hêzên rejêmê kesekî dikujin û 5 ên din jî birîndar dike

Gulan Media October 8, 2011 Nûçe
Qamişlo: Nêzî 100 hezar kes tevî cenazeya Mişel Temo dibin, hêzên rejêmê kesekî dikujin û 5 ên din jî birîndar dike
Îro nêzî 100 hezar kes li Qamişloyê cenazeyê siyasetvanê Kurd Mişel Temo birin guristanê, hêzên rejîma Sûriyê jî bi guleyan rê li wan girtin, di encam de kesekî canê xwe ji dest da û 7 din jî birîndar bûn.

Piştî ku xelkê Qamişlo bo cara dawî xwetirê xwe ji Temo xwestin cenaze ber bi bajarê Amûdê ve bi rêket û ji aliyê 10 hezaran kes ve hat pêşwazîkirin.

Duhî danê êvarê li bajarê Qamişlo li rojavayê Kurdistanê 4 çekdaran gule berdan ser tirombêla Mişel Temo di encam de navborî canê xwe ji dest da û kurekê wî jî bi giranî birîndar bû.
Top