Nîkolai Sarkozî bang li Turkiyê kir, ku Komkujîya Ermeniyan Qebûl bike
Wek serokê Fransayê dibêje, ku inkarkirna vê tevkûjîyê nayê qebûl kirin. Her weha Sarkozî destnîşankir, ku ev bûyer perçak ji dîroka Turkyayê ye û ew divê bê qebûl kirin. Turkiye naxwaze tevkujîya armenîyan qebûl bike û dibêje, ku gelek ji wan di Şerê Cîhana Yekem de hetine kuştin.
Têbînî: Komkujiya Ermeniyan, despêka sedsala 20`an li ser destê Dewleta Osmanî hatiye encamdan, weha, dewleta Osmanî di Gulana sala 1915an de fermana nefiya Ermeniyan derdixîne. Ev kujtina Gelê Ermenî wekî komkujiya yekemîn a sed-sala 20'mîn di rûpelên dîrokê de hat nivîsandin, lê hîna Tûrkiyê li ser xwe mikûr nehatiye.
Di vê komkujiyê de li gor agahiyên cûda di navbera 300.000 û 1,5 milyon ermenî hatine kujtin, hinek hijmarên din hene ku dibêje, nêzîkî du milyon û nîv Ermeni (zar û zêc mêr u jin pîr û kal) bi hovîtîkî gelek mezin hatin kustin. Mal û serwetên wan hatin talan kirin. Zevî û eraziyên wan jî, li kesên din hatin belav kirin, bi hazaran Ermenî reviyan derveyî welat (Iran û Sûriye ü Urdunê).
Ermanî ber bi Îraq û Suriyê koçberdibin û hinek ji karwanên Ermeniya xwe ji qirkirinê xilasdikin û hinek ji wan di rê de ji aliyê cendirmê Tirk û Alayên Hemîdîye ve tên kuştin. Dewleta Osmanî ji salên 1918an hetanî 1920/21ê carekî din dest bi qirkirina Ermeniyan dike. PNA
