• Tuesday, 03 February 2026
logo

Hikûmeta Iraqê lêjneyek bo mafên kurdên feylî pêk anî

Gulan Media October 2, 2011 Nûçe
Hikûmeta Iraqê lêjneyek bo mafên kurdên feylî pêk anî
Hikûmeta Iraqê, bo zivirandina mafên kurdên feylî, ku ji aliyê rejîma Sedam Hisên ve hatibûn binpêkirin, lêjneyek ava kir.

Sekreterê giştî yê civata wezîran a Iraqê Elî Ellaq, got, sekreteriya giştî ya civata wezîran, lêjneyek bo zivirandina mafên kurdên feylî yên ji aliyê rejîma pêştir ve hatibûn binpêkirin, pêk aniye.

Ellaq, diyar kir, lêjneya han, dê biryara 426ê ya sala 2010ê ya taybet bi kurdên feylî cî bi cî bike.

Parlamenterê hevpeymaniya niştimanî Ebas Beyatî jî, got, rêkeftinek nivîşkan di nav parlamentoyê de bo vegerandina mafên kurdên feylî bi taybet nûnertiya wan di parlamentoyê de heye.

Serokê giştî yê kongreya kurdên feylî Mîqdad Bexdadî, got, kongre ji 20 tevgerên siyasî pêk hatiye bo vegerandina mafên kurdên feylî.

Despêka salên 80î de, rejîma Sedam Hisên, kurdên feylî bo alîgirtiya Îranê tawanbar dikir û ji ber wê, nasnameyên wna jê digirt û mal û milkên wan zeft dikir û dikuşt.

AKnews
Top