• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serokatiya hêrêma Kurdistanê Teqînên Kerkûkê Mehkûm Kir

Gulan Media September 29, 2011 Nûçe
Serokatiya hêrêma Kurdistanê Teqînên Kerkûkê Mehkûm Kir
Piştî teqandina maşînekî li Bajarê Kerkûkê û qorbanî bûna hijmareke zêde welatiyên vê Bajarê, Berdevkê Dîwana Serokatiya Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev teqînên han bi tundî mehkûm û şermezar kir.

Mixabin careke din destê reş yê Tawanbaran gehêşte welatiyên medenî û bêtawan û îro 29.9.2011an li Bajarê Kerkûkê de bûyereke terorîstî bi rêya teqandina maşîneke bombekirî de pêk hat û di encam de hijmareke Şîniyên vê Bajarê şehîd û hijmareke din jî birîndar bûn.

Serokatiya Kurdistanê hevdem li gel mehkûm û şermezar kirina ev bûyera han û pêkhênerên vê bûyera terorîstî hevdem perse û hevxemiya xwe jî pêşkêşî kesûkarên qorbaniyên vê bûyera han dike û ji xwedê mezin jî daxwaz dike ku, welatiyên birîndar jî bilez çê bibin.

Serokatiya Kurdistanê amadeye ku, tevahiya dezgehên tendirostî yên Hikûmeta Kurdistanê bi mebesta havkarî kirina qorbaniyan bixe nava lêv û tevgeran.

Peyvdarek bi navê Dîwana Serokatiya Kurdistanê

29.8.2011
Top