• Tuesday, 03 February 2026
logo

Wezîrê Derve yê Swêdê : Em piştgiriya Hikûmeta Kurd a li İraqê dikin

Gulan Media September 29, 2011 Nûçe
Wezîrê Derve yê Swêdê : Em piştgiriya Hikûmeta Kurd a li İraqê dikin
Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt di hevdîtineka li gel parlamentereka welatê xwe de ragihand ku rêz li serweriya xaka İraqê digrin. Herwiha diyar kir ku piştgiriya Hikûmeta Kurdî ya li Bakûrê İraqê dikin.

Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt di bersiva guftûgoyeka li gel parlamentera Swêdê ya bi eslê xwe Kurd Amîne Kake Bawe de ragihand: “Helwesta Swêdê ya derbarê bombebarankirina Qendîl ya ji aliyê Tirkiyê ve ewe ku Swêd rêz li serweriya xaka İraqê digre. Heriwiha piştgiriya Hikûmeta Kurdî ya li İraqê dike.”

Wezîrê Derve yê Swêdê di berdewama axaftinên xwe de got: “Pir giringe ku rêz li serweriya xaka İraq û sînorên wê bê girtin. Pêwîste di mijara dijberiya terorîstan de mafê xelkê bê parastin, mafê mirov û yasayên navnetewî binpê nekin.”

Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt di dawiya guftûya li gel parlamentera Kurd de got: “Em li gel Tirkiyê di nava peywendiyên berdewam de ne. Armanca me ew e ku mafê kêmenetewan bê parastin û Tirkiye ji bo çareserkirina pirsa Kurd bikeve nav hewldanên aştiyane.”

Rudaw
Top