• Tuesday, 03 February 2026
logo

Cîgirê Erdogan: Çavên me li riya parlamenterên BDPê nebû

Gulan Media September 29, 2011 Nûçe
Cîgirê Erdogan: Çavên me li riya parlamenterên BDPê nebû
Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç, derbarê biryara BDPê bo bidawîanîna boykota parlamentoyê de got, “Çavên me li riya wan nebû.”

Li gorî nûçeyan, cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç, li bajarê Bursayê bersiva pirên rojnamevanan û rewşa dawî nirxand.

Li gorî nûçeyê, Arinç, nîgeraniya xwe li hember kuştina sivîlan anî ziman û got, çalakiyên terorê her ku diçe zêde dibin û ev jî cihê fikarê ye.

Arinç, derbarê biryara partiya aştî û demokrasiyê (BDP) bo vegera parlamentoyê de jî got, “Ya rastî em ne li benda wan bûn û çavên me jî li riya wan nebû.”

Partiya Aştî û Demokrasiyê, duh ragihandibû, biryar dane boykota parlamentoyê bi dawî bûnin û “bo parastina aştiyê” vegerin parlamentoyê.

AKnews
Top