Tlibanî û Erdogan Li New Yorkê li hev kom bûn
Hevdîtin li bargeha Netewên Yekgîrtî bi rêveçû û li ser pêşvebirina peywendiyên her du welatên cîran û gotûbêj li ser bingehê diyalog û ji hevtêgehîştinê bû.
Her di wê hevdîtinê de, her du alî rêkeftin li ser wê yekê ku wezîrê derve yê Êraqê Hoşyar Zêbarî serdana Tirkiyê bike ta derfetekê ji çûyîna serok wezîrê Êraqê Nûrî Malikî re, ve bike ji bo ku bikare bi Erdogan hemtayê xwe yê Tirkiyê re, bi mebesta gotûbêjkirina pirsên Hevbeş û karkirin li ser bi hêzkirina rêkeftinnameyê di navbera her du welatan û her wiha bilindkirina asta hevkariyên her du welatan li hev bicîvin.
