Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Nûnerê Serok Wezîrê Iraqa Federal û Hevpeymaniya Nîştimanî kir
Li hevdîtinê de, ji bilî derbirîna rêz û hurmetê, şanda nûner û rola Serok Barzanî li pêvajoya siyasiya Iraqê de bilind nirxand û ragihand ku Serok Barzanî kesayetiyekî nîştimaniye û ji malbateke xebatkere û ew rola nîştimaniya ku li dîroka Iraqa nû da nîşan daye, cihê rêz û pêzanîna hemû aliyên siyasiyên Iraq û bi taybetî ji ya aliyê hevpeymaniya nîştimaniye.
Her li vê hevdîtinê de behsa pêwendiya dîrokiya di navbera her du aliyan hate kirin û tekez li ser girêdayîbûna bi destûr û wan rêkkeftinan kirin ku bûye sedema pêkanîna Hikûmeta niha û gelek bi hurî jî behsa wan pirsên vê dawiyê hate kirin.
Serok Barzanî spasî hatina şandê kir û tekez li wê yekê kir ku pêwîste hemû aliyek ji bo berev pêşvebirina pêvajoya siyasî hevkar bibin û pêvajoya demokratîk jî berfirehtir bibe. Li vî warî de balkişand li ser wê yekê ku girêdayîbûna bi demokratiyet girîngiya xwe heye û merce jî ji bo wê yekê ku hemû pêkhat mafê xwe li Iraqekî demokrat da hebê.
Cihê girîngîpêdane ku her du alî li ser baştir û çaktirkirina pêwendiyên di navbera wan bi hevrebûn bo ku li dema rûdana her pirsek de bi zûtirîn dem bête çareserkirin.
