Barzanî: “Ji ber ku ez dereng hatim Germiyanê, ez daxwaza lêborînê li we dikim.”
Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe ya bo navçeyên herêma Kurdistanê û beşek ji navçeyên arîşedar de duhî piştî nîvro serdana îdareya Germiyanê li bajaroka Kelarê kir û digel cemawer û berpirsên îdarî yên navçeyê civiya û guhdarî li daxwaz û pêdiviyên wan kir.
Barzanî piştî ku guhdarî li daxwazên xelkê Germiyanê kir,gotarek pêşkêş kir û diyar kir ku Kelar gelekî ciwan bûye û destxweşî li hikûmet û îdareya Germiyanê kir û got, “Ji ber ku ez dereng hatim Germiyanê, ez daxwaza lêborînê li we dikim.”
Barzanî got, “Tolhildana Beasê ji wê navçeyê gelekî dirindane bû, ji bo me hestiyên hemû xelkê Kurdistanê pîroz e, hemû bûne qurbanê gel û niştîman lewra pêwîst e em destkeftên xwe biparêzin ku berhema xwîna şehîdan û enfalkiriyan e û pişt bi xweda, divê destkeft bên zêdetirkirin.”
Serokê herêmê di berdewamiya axaftina xwe de got, “Ji şoreşa îlonê ve, ji ber qaremaniya navçeyê, dujmin hertim hisabê bo Germiyan kiriye lewra hikûmeta herêmê biryar da navçeya Germiyan bike îdareyeke serbixwe.”
Barzanî li ser rewşa navxwe ya herêmê jî got, “ Mercê sereke ya bo parastina destkeftên Kurdistanê ew e, asayî e partiyên cuda hebin û boçûnên cihê hebin, di bihara îsal de hindek arîşe rûdan lê em hemû birayê hev in û boçûnên cuda di nav her partiyekê de hebe jî nabe em aliyên din red bikin. Bo parastina destkeftan pêwîst e hevkariya di navbera YNK û PDKê bê parastin û partiyên dijbereyê jî birayê me ne û pêwîst e pevre dabinişin û hev red nekin.”
Serokê derbarê êrîşên bo ser sinorê herêmê de jî got, “Me êrîşên ser sinor şermezar kiriye û me gotiye serdema şer nemaye û pêwîst e maf bi awayê aştî û demokratîk bên bidestxistin. Hindek partiyên kurdên Iran û Tirkiyeyê reçavê herêmê dikin lê PJAK û PKKê wiha nakin û ji xala herêmê ve êrîş dikin.”
AKnews
