ICG: Ji bo çareseriyê li şûna şer, raformên radîkal divê
Li gorî nûçeya Reutersê di rapora Koma Krîzê ya Navnetewî (ICG) ku wê bi nûçeya “Bi dawîkirina serhildana PKK’ê” a ji 42 rûpelan pêk tê û wê îro bê weşandin de ji Tirkiyeyê re tê pêşniyarkirin ku li şûna şer ji bo çareseriya pirsgirêka kurd giraniyê bide reforman.
Di raporê de hat gotin, “Şerê dijwar û textîkên leşkerî di salên 1990’an de nekarî pirsgirêka kurd çareser bike, niha jî nikare” û hat xwestin ku dest ji operasyona dersînorî ya muhtemel bê berdan
Di raporê de hat xwestin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ku ev bi salane didome, giraniyê bidin reforman û wiha hat domandin: “Rayedarên tirk, divê ji bo ku welatiyên kurd îkna bike divê tedbîrên radîkal yên darazî, civakî siyasî bigire.”
ICG di rapora xwe de cih da hilbijartinên di hezîranê de û pêşveçûnê piştî hilbijartinan. Di raporê de hat destnîşan kirin ku ji ber helwesta dewletê ya tundîparêz û çalakiyên PKK’ê yên dema dawî di nava fikaran de ne û bal tê kişandin ser gotina Serokwezîr Erdogan a “Li hemberî PKK’ê sebra min nemaye”
ICG’ê bang kir ku Enqere, rewşa Suriyeyê ya bi aloz û vekişîna Emerîkayê ya ji Iraqê li ber çavan bigire û li gorî wê “Pêngavên wêrek û radîkal” bavêje.
Di raporê de wiha hat gotin: “Her çiqas li hemberî PKK’ê ev demek dirêje gelek operasyonên bejayî, hewayî û siyasî tên kirin jî, bila neyê jibîrkirin ku dawiya dawî, wê pedivî bi peymanekî siyasî bibe.”
ICG’ê di warê çareseriyê de ji Enqereyê re jî ev pêşniyar kir:
-Bila zimanê kurdî di hemû dibistanan de bi avayekî fermî bê bikaranîn.
-Ji ber ku bi hinceta têkiliya wan bi PKK’ê re heye bûye sedema girtina 3 hezar siyasetmedarên kurd, divê zagonên antî-terorê bên revîzekirin.
-Bila benda hilbijartinê ya ji sedî 10 bê daxistin.
-ICG’ê li gel Enqereyê bang li aliyê kuradn jî kir û xwest ku PKK çekan berde û BDP jî ji bo xebatên hilbijartinê vegere Meclîsê.
ANF
