Naveroka axaftina Serokê Herêma Kurdistanê ya li devera Soran
Birayên delal
Gelek xweşhalim ku ev derfet ji bo min rexsa bi xizmeta we bigihim û ji bo vê pêşwaziya germ gelek spasiya we dikim. Ev navçe taybetmendiya xwe heye. Ev navçe gelek tişt pêşkêşî Kurdistanê kiriye. Ez bi xwe 10 sal li vê deverê da Pêşmerge bûm ku navenda serkirdayetiya şoreşa Eylûl bû. Heta wiha lê hatibû navê Gelale wê demê ji Bexda bi nav û dengtir bû. Ji ber ku baregeha şoreş û serkirdayetiyê li wir bû. Ji bo wê yekê me pê xweşe hemû tiştek ji bo xizmeta vê navçeyê û hemû navçeyên Kurdistanê bê kirin.
Îro ku hatime vir bo ku bi we rabigihînim ev navçe dibê bi îdareyeke serbixwe, wate ji bo ragihandina bi îdarebûna navçeyê hatim bo ku baştir xizmeta vê navçeyê bê kirin. Her çende ewê ez dibînim qezaya Soran yek ji wan bajarane li Kurdistanê gelek bi lezgînî mezin bûye û bûye bajareke mezin. Li bîra mine dema xwe ev deşt yek xanî jî lê tûnebû. Her tenê Diyane bû bazgeh û kontrola Hikûmeta Iraqê jî li dûriyên Rewandizê bû û êdî temam. Lê belê spas ji bo xweda niha berfirehtire û bi hêviya xwedê herdem her wiha avadan dibê û hemû cîhên Kurdistanê avadanî zêdetir dibin.
Hêvîdarim piştî ku ev biryar hate bi cîh kirin û Hikûmet kar li ser dike ji bo amadekariyên pêwîst ji bo we bike û êdî pêwîst nakê hûn van cûre daxwaziyan pêşkêş bikin û her hûn bi xwe bi cîh bikin. Lê belê em van daxwaziyan bi girîngî werdigrîn û li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê behs dikîn û ewê mumkîn bê bi hêviya xwedê dikîn û bêguman divê bi cîddî li ser wan pirsan rawestîn û hewla çareserkirina wan bidîn.
Ez hêvîdarim meseleya bombebarana van tixûbên navçeya we bi dawî hatibê. Ji ber ku wiha diyare ew erkê ku me li gel cenabê Mam Celal serf kir heta radeyek encama xwe çêbû û hêvîdarim berdewam bê û ew topbaran û bombebaran jî raweste. Her çende hê jî aliyekî zêde maye, lê belê li aliyeke din ve gihîştiye encam ku rawestê.
Niha jî ji bo me weku xelkê Kurdistan yek helwestî girîngtirîn tişte ji bo me. Hê jî heta radeyeke zêde li pêşiya meye û pêwîste em yekhelwestiya xwe biparêzîn û xweşbextane wiha diyare her dema pêwîstî bi yek helwestî hebê hemû alî girîngiya wê yek helwestiyê dizanin û bi kiryarê jî diselmînin. Hez dikim hûn jî dilniyabin bi hêviya xwedê pirsa me pirsa Kurdistanê berev paş naçe û pêwîste berev pêşve biçê. Me xwîneke zêde û qurbaniyekî yekcar zêde da. Ewê ku bi desthatiye gelek kêmtire ji wan qurbaniyên ku me dane. Lê belê niha eve mumkîne, em divê ewê bi dest ve hatiye biparêzîn û kar ji bo ewe bikîn berfirehtir û baştir bikîn. Tişt bi dirûşman nabê belku pêwîste bi nirxandinê bê û cûdahiyeke zêde jî li navbera ewê ku mafê xwe ye û ewê desthilata xwe ye ku çend dikarî ji wê mafê bi dest ve bînî heye.
Ewê ku bi dest ve hatiye nabê bi tu awayek bête kêmkirin. Her çende mixabin niha hinek hewlên wiha heye paşvekêşî ji destûr û li federalî û li gelek tiştê din bêkirin. Lê belê eve mehale, ne gelê Iraqê bi vê razî dibê û ne em wekî xelkê Kurdistanê bi vê razî dibîn û niha jî em li benda wê yekê ne helwesta Bexda çawa dibê ji bo wê yekê gelo şanda me biçê yan na. Lê belê zêdetir egera wê yekê heye şanda me biçe wir çareseriya wan giriftên ku hene bikin.
Ji bo me gelek girînge ku ewê îro hevbeşa mene li hukim gûh li me bigrin. Ji ber ku ev hikûmet gelek li ser şana xelkê Kurdistanê ve dirûstbûye û kes minnetê li ser me nake û bibêje eve mafê weye em didîn we li dema dariştina destûrê jî gelek bi rûnî behsa wan meseleyan hatine kirin. Hêz û yek perçeyiya Iraqê ji xwe bi girêdayîbûna vê destûrê dimînê. Ev destûr wiha kiriye em hemû bi pêkve li çarçêweya Iraqê kombibîn û îro bi tu awayek ji bo tu aliyek dikarê nepêşî tê kirin û ne mumkîne jî bi tenê û bi keyfa xwe tefsîra destûrê bike wekî ku ew çawa dixwaze. Em hevbeşîn û pêwîste hevbeşa rasteqîne li Iraqê bê birêvebirin. Eve merca serekiye ji bo wê yekê ku Iraq aram bibê.
Hinek kes axaftinên gelek zil dikin. Lê belê bila bipirsin: çend demjimêr kehreba li Bexda heye? mesele her ne ewe em tenê li behsa mafê gelê Kurd bikin. Ji ber ku mafekî asayiya meye û erkê meye bergiriyê li gelê Kurd bikîn. Lê belê li rastiyê da em bergiriyê li xelkê Iraqê dikîn. Em bergiriyê li demokrasiyê dikîn, bergiriyê li hevbeşa rasteqîne û destûr û federal dikîn. Eve hemû bi tenê bi Kurdistanê ve ne pêwîste belku bi hemû gelê Iraqê ve pêwîste. Fermo em şiyanên xwe yên li gel wê yekê li Bexda li ber destê Hikûmeta navendî an jî Hikûmeta Federalî hebû nayê hejmartin. Fermo çi ji bo xelkê Iraqê li warê xizmetguzariyê ve pêşkêşî xelkê Iraqê kiriye her li Basra ve bigre heta ku digihe Kerkûk. Hinek cîh bi giştî 24 demjimêran da 2 demjimêr kehrebaya wan heye û li hinek cîhên din jî 4 demjimêr. Ji xwe ew divê bersîva xelkê Iraqê bidin. Qeynake meseleya Kurdistanê û ew gengeşeya ku li gel Herêma Kurdistanê re heye dixîne aliyek. Lê belê bersîva wan çiye ji bo vê meseleye? Çima heta niha we tu xizmetguzariyek pêşkêşî gelê Iraqê nekiriye? Çima xelkê Iraqê li wê zehmetiyan de dijî? Dema ku behsa van pirsan tê kirin wan berev aliyekî din ve dibin. Mehale em bihêlîn bîkin nakokiya Kurd û Ereb eve mehale.. Enfal û kîmyabaran nekarî me ji bo vê helwêstê rabikê, yaxud kesek bikarê kelênek li hevpeymaniya Kurd û Şî'e dirûst bike. Lê belê ewê karbideste û Hikûmetê birêvedibe divê girêdayî destûrê bê. Tu kesek îro li Iraqê ne hakimê mutleqe. Destûrek heye pêwendî bi hemû warên vî welatî ve heye. Girêdayîbûna bi vê destûrê merce ji bo wê yekê ku pêvajoya Iraqê aram bibê. Ji bo wê yekê ew hemû giriftên ku li pêşiya me de hene divê em jê rizgar bibin. Em eve dibêjîn û eger xelkek pê nexweş bê, em behsa dîktatoriyê dikîn dibêjîn belê dîktatorî heye ji bo wê yekê behs dikîn. Lê belê çareserî jî heye, çareserî çiye? Vegerane ji bo destûr û ew rêkkeftinên ku me kiriye. Kerem bikin dikarîn gelek bi dostane û bi eşkere behsa hemû tiştek bikîn. Çendî herêm têda kêmterxeme? Em wê demê eger wiha bê û kêmterxemî û kêmasiya me hebê li cîhek em amadene bibêjîn belê waye û sererast dikîn. Lê belê bawer bikin yek hengav jî me li dijî destûrê ne avêtiye û me her çi kiribe li gor destûrê bûye.
Pirsa neft û xaz, niha yek ji wan giriftane ne eweye ku bibêjîn tenê girift bê. Dema xwe ku destûra Iraqê hate danan têda hat: Nefta Iraq mulkê hemû Iraqe û dahata wê ji bo hemû xelkê Iraqe û me jî li ser wê tu giriftek tûne û dibêje ew kêlgehên êdî Herêma Kurdistanê dihêne derxistin bi hevbeşî li gel Hikûmeta Iraqê îdareyê dike. Dema xwe jî em li ser eve rêkkeftîn eger ev yasa biçê Parlemen çi Herêm û çi Hikûmeta Federal dikarê girêbesta neft îmza bike. Ev tişt rêkkeftin li ser hatiye kirin neku bê gotin me tiştek li dijî destûrê kiribê ji xwe niha hinek kes peydabûne bi keyfa xwe dibêjin Kurd li dijî destûrê tevdigerin û wiha dike wiha dike. Ev axaftin jî li rastiyê da tu bingehekî xwe tûne û me li destûrê binpê nekiriye. Lê belê yek zerre jî razî nabîn kes bi keyfa xwe û mîzaca xwe tefsîra destûrê bike.
Her wekî ku min got me pê xweşe hemû giriftan bi diyalog çareser bikin. Herêm hevbeşa hukime li Bexda, gelek carên wiha heye hinek kes dibêjin Kurd dixwaze ewê xwe ji bo xwe bê û ewê Bexda jî her ji bo wan bê, nexêr eve ne wihaye.
Dema dewleta Iraqê dirust bû ji di neteweyên serekî pêkhat. Neteweyê Ereb û neteweyê Kurd, eve ne eweye bê gotin Parlementerê me li Bexda 3 kesin yan 40 yan 100 yan her çend hebin kutleyekî hizbîne yan siyasî, ew nûnerê netewene, nûnerê neteweyê duyemin li Iraq. Ji bo wê yekê eve jî bi rûnî li destûrê da hatiye hingî li pirsê siyadiyan her yasayek li gel yasaya Herêmê negunca wê demê yasaya Herêmê dixwe nexwe eger hinek bi hêviya ewebin hemû tişt bibin bo Parlemen bêguman ku bûye dengdan û bi vî awayî pêwendî li gel Herêma Kurdistanê bê kirin em tu tiştek nabîn. Lê belê em neteweyê duyemîn û Iraq bi yekîtiya daxwaza me da dirûstbû. Dewletekî yekîtiya daxwazane, em bi hilbijartina xwe bûne beşek ji Iraqê lê belê bi mercek Iraq xwedî wê destûrê bê ku heye ew jî Iraqekî Federal û Demokratî bê.
Di derbarê dahatên neft, her çende xedir jî têdaye em li gel ewene. Heta wê dema ku serjimêrî têkirin û ew li serjimêriyê radikin % 17 ê dahata nefta Iraqê ji bo Herêma Kurdistanê bê. Lê belê beşa Kurdistanê bi awayekî raste rast bête Herêm bi bêyî wê yekê Wezîrek bikarê bi keyfa xwe tehekumî têda bike û bixwaze weku karteke zextê bikarbîne ji dijî Herêm, em eve qebûl nakîn.
Ez naxwazim gelek dirêjiyê bi vê meseleyê bidim, lê belê niha belê hinek girift hene li navbera Herêm û Bexda. Wê rojê jî min li gel hemû biraderên me ewên Bexda çi ewên li Hikûmetê dane çi ewên li Parlemen û bi dûr û dirêjî behsa van tiştan hate kirin û me ji bo Bexda jî xeberek şandiye ku şanda me tê, eger girêdayî bi destûr û bi wan rêkkeftinên bibin ku hatine kirin, wê demê em şanda xwe dişînin. Eger girêdayî wê destûrê û wê rêkkeftinan nebin wê demê hatina şanda me tu wateyeke xwe nabê.
Ew bersîvên ku ku hatine jî dibêjin nexêr girêdayîbûna bi destûr û bi rêkkeftinameyan berdewam dibê û em jî dinirxînin û heta niha jî me biryara xwe ya dawî nedaye. Lê belê eger wiha bê bi her hal jî diyalog baştire û vê carê mesele gelek gelek cîddiye. Ev hikûmeta niha li Bexdaye li ser şana Kurd gihişte vî cihî û niha înkara eve bê kirin tiştekî nexweşe. Eger Kurd nebuya ev Hikûmet dirûst nedibû. Me pê xweşe çawa Kurdistan pêşbikevê wiha jî navîn, Başûr, Rojhilat û Rojavaya Iraqê jî pêşbikevê û hez dikîn li vî welatî da hevbeş bîn û pêkve bijîn û yarmetiya hevdû bikîn û hevdû binpê nekîn. Lê belê eger ev ferheng hakim bê yan hê jî li mejiyê hinek kesan da mabê, bi rastî zemana wê nemaye kes kesek binpê bike û em hevbeşîn û em ne girêdayî tu kesekin.
Di derbarê pêvajoya Herêmê jî spas ji bo xweda niha pêvajoya Herêmê û pêwendiya di navbera Hikûmet û opozîsyon û hizban berev keşûhewayeke baştir diçe û min hinek hevdîtinan destpêkiriye û berdewam jî dibim. Bawer bikin ku min Serokayetiya Herêma Kurdistanê qebûl kir ji bo ewe nebû bi min bibêjin Serokê Herêma Kurdistanê, min gelek car gotiye û li hemû helkeftek da dûpat dikim li cem min Pêşmergayetî li hemû tiştek mezintire. Mebesta min li wir da bû mirov li vê pêgehê ve dikarê baştir wan armancan bi cîh bigihînê.
Yekem: Rêkxistina mala Kurd û bo ku carekî din xwîna Kurd bi destê Kurd nerijê. Eve yek ji wan armanca herî serekiyên mine bo ku wê berpirsiyariyê werbigrim û ji bo wê kar bikim û serbilindim jî spas ji bo xweda wiha bizanim me hengavên gelek baş avêtiye neku her li nav Herêma Kurdistanê, belku li nav tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê bi awayekî seranserî, nakokî û nêrînên cûda dibê eve hemû tiştekî gelek asayiye. Lê belê Kurd şerê Kurd bike yan Kurd xwîna Kurd birijê nabê eve carekî din dûbare bibê.
Duyem: Ji bo wê yekê ku ev welat bibê bi welatekî dam û dezgehî.
Sêyem: Pêgehekî wiha ji bo Kurdistanê dirûst bibê li derve bi awayeke wiha bê hêjayî xebat û qurbanîdanê bê. Îro jî zêdetirî 20 konsolgerî û nûnerayetiya Hikûmetên cîhanê li Kurdistanê da hene ku 4 ê wan welatê endamê herdemiyê Encûmena Asayîşê ne. Niha li Hewlêr baregeh û nivîsîngeha wan heye, eve bi erzanî nehatiye û destkeftên mezine ji bo mîlletê Kurd. Berê bawer bikin em memnûn buyîn biçîn derve senatorek yan Parlementer û fermanberekî pile 4 û 5 û 6 ê wî welatî li gel me da bi tenê rûne û gûh bide me bo ku êş û sîtemên mîlletê xwe ji bo wan behs bikîn û me wiha dizanî dinya hemû yê meye eger yekek rûne demjimêrek yan nîv demjimêr gûh bide me û em jêre bibêjin me ewqas kes şehîd bûn û ewqas hatine koçber û wêrankirin û ewqas kesê me hatiye enfalkirin û ewqas bombeyên kîmyawî li me barandin. Ew tenê ji bo wê yekê ku gûh bidin me da em van tiştan ji bo wan behs bikîn me wiha hizir dikir eve ji bo me destkeftekî mezine. Îro li vê qonaxê da em gihîştîne ku? Divê spasiya xwedayê mezin bikîn û spasî dest û pazuyê Pêşmerge û cemawerê xelkê Kurdistanê bikîn.
Çarem: Di derbarê navçeyên veqetandî de ku eve jî meseleyekî gelek girînge û vê meseleyê jî dem çareser nake, belku divê li gor destûrê bê çareser kirin nexwe eve girifteke divê bê çareser kirin û ewê berjewendiya Iraqê bixwazê divê vê meseleyê çareser bike û ewê nexwaze jî Iraq cîh gîr û aram bê û berev pêşve biçê bila vê meseleyê rabike. Lê belê eve meseleyekî gelek girînge û bi tu awayekî jî nikarîn dev jê berdîn. Gelek jî rûn û eşkereye biryara xelkê wê navçeyê axaftineke yek alîkere ne em didîn û ne Hikûmeta Iraq dide û weku li destûrê da hatiye divê eve bête bi cîhkirin.
Pêncem: Eve jî ji bo min meseleyekî gelek gelek girînge, divê em karekî cîddî bikîn ji bo wê yekê ku bibîn xwedî zimanê xwendin û nivîsînê. Hemû mîlletek zaravayên cûr bi cûr heye û em jî weku her mîlletekî din, lê belê xelkê din û mîlletên din karîne li ser zimanê xwendin û nivîsîn rêkbikevin û zimanê xwendin û nivîsîn dirûst bikin. Me jî pêwîstî bi wî zimanî heye. Ji bo wê yekê eve karekî mumkîne li temena me nebê jî, lê belê pêwîste kar ji bo wê bikîn bo ku nifşên paşarojê dema li xwendingehan bipeyvin yek zimanê xwendin û nivîsîna wan hebê. Ewê din asayiye zarave hebê ku gelek car wiha heye navçe ji bo navçe gund ji bo gund zaravayên cûda ne û ku ez bi xwe gelek car li gel wan dipeyvim dizanim xelkê çi navçe û çi gundekîne, ku wate cûdahî li zaravayan da heye û dimînê jî, lê belê zimanê xwendin û nivîsînê karekî gelek giringe û gelek jî pêwîste. Lê belê eve karekî cîddî dixwazê û xelkekî akademî û şareza û pîspor amade bikin û carekî din jî dibêjim nifşên paşarojê dikarin berî me bixwin û renge em pê ranegihîn.
Bi her hal ez carekî din jî xweşhaliya xwe bi vê hevdîtinê derdibrim û herdem ku dihême vê navçeyê birastî bîra serê Zozik û Hindirên û wan rojan dikim û bawer bikin her çi li şiyana desthilata me da hebê ji bo bexteweriya we û pêşketina navçeya we dikîn û bi hêviya xwedê her serkeftî û bextewer dibin.
Gelek spas. Gelek memnûn..
