• Tuesday, 03 February 2026
logo

3 kuştî û 15 birîndar di encama teqîna Enqerê de ketin

Gulan Media September 20, 2011 Nûçe
3 kuştî û 15 birîndar di encama teqîna Enqerê de ketin
Li gorî agahiyên çavkaniyên fermî di encama teqîna li ber Qeymeqamiya Çankayayê ya Enqereyê de 3 kuştî û 15 birîndar û ziyanek maddî jî heye.

Li kolana Kumrular a Kizilaya Enqereyê derdora saed 11.05’an de teqînek ku sedema wê hêj nayê zanîn pêk hat. Der barê sedema teqîna ku nêzî Meclis û Serokwezîrtiyê de ye agahiyên nakokî tên.

Çavkaniyên polîsan bi gumana êrîşa bi bombeyî xebatan dimeşînin, li gel vê bi ser îhtîmalek din jî tê rawestandin.

şahidek bûyerê got ku tupekî ku ji avahiyekê hatiye avêtin bûye sedema teqîne. Beriya niha hatibû îdîakirin û 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Piştî teqînê polîsan li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê girtin û ekîbên teqandina bombeyan jî hatin cihê teqînê.

Di encama teqînê de li derdorê zirara madî pêkhat. Piştî bûyerê jinek bi hinceta gumanê hat binçavkirin.
Top