• Tuesday, 03 February 2026
logo

Demirtaş:Ne 50 kes, lê 50 hezar kes jî bên girtin, gelê kurd dê azadiya xwe bi dest bixe

Gulan Media September 18, 2011 Nûçe
Demirtaş:Ne 50 kes, lê 50 hezar kes jî bên girtin, gelê kurd dê azadiya xwe bi dest bixe
Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê Selahattin Demirtaş, li hember girtina endamên partiyê bi hêceta endamtiya PKKê bi tundî nerazîbûn nîşan da û got, “Ne 50 kes, lê 50 hezar kes jî bên girtin, gelê kurd dê azadiya xwe bi dest bixe.”

Piştî operasyon û girtina 55 kes ji berpirs û endamên BDPê li Şirnex û navçeya Cizîrê, îro şandeke BDP û DTKê, ku ji serokê giştî yê BDPê Selahattin Demirtaş, hevseroka DTKê Aysel Tugluk, parlamenterê Diyarbekirê Altan Tan, parlamenterê Şirnexê Hasip Kaplan û hinek kesên din pêk hatibû, serdana Şirnex kirin.

Li gorî nûçeya NTVê, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, destpêkê Aysel Tugluk axivî û diyar kir, serokwezîrê Tirkiyê, dixwaze kurdan hemiyan teslîm bigire û wiha pêde çû:

“Lê serokwezîr kurdan nas nake û nizane ka kurd çiqas bi azadiya xwe ve girêdayî ne. Dewlet û desthilat, li çiya kurdan dikujin û li bajaran jî wan digirin. Lê em nabin kurdên Erdogan û dê li ser berxwedana xwe rijd bin.”

Demirtaş jî, girtin û operasyonên li dijî endam û berpirsên BDPê bi tundî rexne kir û wiha got, “Bila serokwezîr bizane, ne 50 kes heke 50 hezar kes jî bêne girtin, em dê têkoşîna xwe bidomînin û gelê kurd dê azadiya xwe bi dest bixe. Kê jî li hember van zextan çok dayne erdê, nemerd e.”

Wek tê zanîn, vê dawiyê, gelek endam û berpirsên BDPê, bi hêceta endamtî û alîkariya PKKê, ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatibûn girtin.

AKnews
Top