• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyoz û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Emerîka li Iraqê kir

Gulan Media September 16, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyoz û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Emerîka li Iraqê kir
Dohî în 16/09/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz James Jeffery Balyozê Emerîka li Iraq û General Lloyd Austin Fermandeyê Giştî yê Hêzên Emerîka li Iraqê û şandekî li gel wan kir.

Li hevdîtinê de her yek ji Balyoz û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Emerîka li Iraqê, encama danustandinên di navbera her du Hikûmeta Federala Iraq û Emerîkayê ya sebaret bi pirsa mayîna hêzên Emerîka li Iraqê bi mebesta meşq û rahênan û heman demî de dîtin û nêrînên hêz û aliyê siyasiyên Iraqê jî derbarê vê pirs û meseleyê, ji bo Serok Barzanî xiste rû.

Guftûgokirina gîr û giriftên di navbera Dewleta Yasa û lîsteyên din, mijareke dinê vê hevdîtinê bûn ku têda Serok Barzanî ronahî xiste li ser civîna dawiya birêz ya li gel nûnerên gelê Kurdistanê li Bexda bi hemû hêz û aliyên siyasiyan ve û tekez jî li wê yekê kir ku ji bo çareserkirina gîr û girft û pirsan, pêwîste hengavên emelî û kiryarî ji bo bi cîhkirina rêkkeftinameyên di navbera aliyê siyasiyên Kurd û Dewleta Yasa de bê avêtin û girêdayîbûna gelê Kurdistanê jî bi destûra bingehîna Iraqê û rêkkeftinameya Hewlêr dûpatkir û ragihand ku pêwîste Dewleta Yasa jî girêdayî wan bibê.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de Balyoz û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Emerîka li Iraqê, tekez li ser girîngiya berdewamiya pêvajoya siyasiya li Iraqê kirin û girêdayîbûna Hikûmeta Emerîka jî ji bo hebûna Hikûmetekî Federal û demokratîk li Iraqê da dûpat kirin.

Her wiha li dawiya hevdîtinê de rewşa navçeyê bi giştî û pêşketinên dawî ya hinek ji welatên Erebî, hatin axaftin û bîrura jî li vî derbarî de danustandin kirin.
Top