Bordmanên bo ser sinor hatine ragirtin
Qaymiqamê Çomana ser bi qazaya Soranê Ebdulwahîd Giwanî got, “Ev çend roj in li sinorê Çomanê êrîşên Îranê rawestiyane û tenê carinan dengê teqeyên sivik tê bihîstin lê heta niha jî zozanî, gundî û cutyarên navçeyê venegeriyane cihên xwe. Çimkî heta niha kes bi resmî ragirtina êrîşên ser sinor, ranegihandiye.”
Birêvebera Şaredariya Werteyê Kwêstan Ehmed jî got, “Ji piştî cejna Remezanê ve bordman û topbaranên li sinorê gundên Pirdeşal, Zargelî û Bokrîstan hatine rawestandin lê carinan balefirên Tirkiyeyê di ser asmanê sinor re difirin.”
Ji Îdareya Şaredariya Sîdekan Şewket Hemed jî got, “Ev 6 roj in, balefirên Tirkiyeyê û topxaneyên Îranê êrîş nebirine ser navçeyên sinorî lê koçber jî heta niha venegeriyane cihên xwe. Biryar e kampek bo koçberan bê çêkirin û zarok heta niha jî nikarin biçin dibistanan û li benda arambûna rewşa aloz in.”
AKnews
