• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Lîsta El Iraqiye û şanda li gel kir

Gulan Media September 13, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Lîsta El Iraqiye û şanda li gel kir
Dohî dûşem 12/09/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêr pêşwaziya Dr. Eyad Elawî Serokê Lîsta El Iraqiye û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de, her du alî sebaret bi hel û merca siyasî û emniya îro ya Iraqê û çawayiya çareserkirina giriftên li ber berev pêşveçûna pêvajoya siyasî de bîrûra danustandin kirin û her du alî tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîste li çarçêweya parastina berjewendiya bilinda xelkê Iraqê da hemû pirs û kêşe bêne yek alî kirin.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser girîngiya bi cîhkirina rêkkeftinnameya Hewlêr û dozîna mekanîzmeke guncaw ji bo pirkirina postê emniyan bi awayekî ku bibê sedemê berqerarbûna aramî û hêminiyê kirin. Her wiha girîngiya hestkirina bi berpirsiyarêtî kirina li Hikûmeta hevbeşa nîştimanî û biryar û erkên karkirina li Hikûmetê da li ser ronahiya prensîpên destûrê de guftûgo kirin.

Her wiha nirxandina rewşa navçeyê bi giştî û pêşxistinên vê dawiyê ya hinek ji welatên Erebî mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
Top