kuştina kurdên sivîlên herêma kurdistanê ji bal Êranê ve berdewame
Jêderêkê ji gundê Jîliyayê ji ragihand ku Îro sibê demjimêr 10:20 xulekan dîsan topbaranên Êranê li gundên Bêrkim, Kulît, Gelî lêtan, Qele Reş, Baseka, Şiken û Hewrebanê didin.
Hêjayî gotinê ye ku heta amadekirina wê nûçeyê, topbaran berdewan e û hîn li ser ziyanên li deverê ketine, zaniyarî nînin.
Deverên nav birî ser bi navçeya Sîdekana Sorana Hewlêrê ne.
Li 3 ê vê mehê li sbê li ser sînorê Herêma Kurdistanê şivanekî Kurd ji aliyê leşkerên Êranê ve bi çeka nîşandariyê hat şehîdkirin.
Derbarê wê bûyerê de, jêdereke nexweşxaneya giştî ya Çomanê ragihand ku li zozanên Hacî Omeranê li navçeya Mawetanê, şivanekî Kurd bi navê Ferman Hesen Pîrdawî, ji aliyê artêşa Êranê ve bi çekê nîşandarekî (qenasekî) hatiye şehîd kirin.
PUKmedia
