Sûriya: 21 xwepêşander di eyniya "Mirin ne ku sokatî" de mirin
Li gor kenalên ragehandinê ku jêderên hemûyan bînerên bûyerê yan endamên Komîtên Hemahengiya Şoreşê ne (ji ber ku sûriya nahêle tu kenal û dezgehên ragehandinê biçin cihê bûyeran), di xwepêşandanên vê eynê de 21 kes li bajarên Humis, deoroberê Dîmeşqê, Dêrazorê û Restenê hatine kuştin.
Li bajarên kurdan Qamişlo, Amûde û Kobanê jî xwepêşandan birêveçûn û balkêş bû ku vê carê alayên Kurdistanê jî hatibûn bilind kirin.
