Lî duhokê û hewlêrê xwepêşandan li dijî êrişên Îranê û Turkiya bo ser herêma kurdistanê hat sazkirin
duhî 23/8 xelkê parêzgeha Duhokê Bi merema derbirîna nerazîbûna xwe li hember topbarankirina deverên sinorî yên herêmê û kuştina welatiyên sivîl ji layê Turkiya û Îranê ve, xonîşandanek encam da û têda beyannameyeka nerazîbûnê pêşkêşî raya giştî kir û xwast êdî emirîka û her sê serokatiyên hikûmeta îraqa fîdiral beramber vê topbarinkirinê bê deng nemînin.
Di pişkeka beyannameya xonîşanderan da hatiye: (bêhna wan bi dujmnatiya kurdan li Turkiya û Îranê nahêt eve maweyeke hêrişê dikine ser herêma Kurdistanê û hêrişên wan li dijî welatiyên sivîlên deverên herêma Kurdistanê ne)
Îro li Hewlêra paytextê kurdistanê jî. Rêxistinên civaka sivîl bi armanca şermezarkirina êrişên Tirkiyê yên ser Kurdistanê xwepêşandanekê li pêşiya konsolxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê saz dikin.
Di vê derbarê de Serokê Federasyona Saziyên Sivîl ên Herêma Kurdistanê Ednan Enwer Beg got: “Ev çend roje Tirkiye careke din dest bi bombebarankirina navçeyên sînor ên Herêma Kurdistanê kiriye. Em li dijî destdirêjiyên Tirkiye û Îranê tevlî vê xwepêşandanê bûne.”
