• Tuesday, 03 February 2026
logo

Rijêma qezafî tê helweşandin û şoreşvan jî destdan ser Terablos û SeyfulÎslam

Gulan Media August 22, 2011 Nûçe
Rijêma qezafî tê helweşandin û şoreşvan jî destdan ser Terablos û SeyfulÎslam
Li gor ragihandinan, behsa wê yekê heye ku dibe rêjima Mu`emer Qezafî kutayî pê hatibe.

Her wiha serokê lijneya demî ya Libyayê Mistefa Ebul El-Celîl jî, bi fermî kutabûna rêjîma Qezafî ragehand. Ji aliyeke din ve, dema ku piraniya Tirblosê, di destê şoreşgeran deye û her wiha her du kurên Qezafî jî hetine girtin, serok Lîbyayê Qezafî hîn jî daxwaza sekinadina şer dike.

Berdevkê hikûmeta Lîbyayê Mûsa Îbrahîm ragihand ku Qezafî xwazyarê Agirbestê ye, lê şoreşger demokrasî û mafê mirovan naxwazin û armanca wan kuştin, xûnrijandin û tolstandin e.

Mûsa da zanîn ku şoreşger ti bernameyeke wan ya siyasî nîne û hişyarî da welatên endamê NATO`yê ku berpirsyarê wê xûnrijandina li Lîbyayê ne.

Li gor ragihandinan ta niha 1300 kes hatine kuştin.
Top