• Monday, 02 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraq kir

Gulan Media August 22, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraq kir
duhî yekşem 21/08/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Ad Melkert Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraq kir ku ji bo bi dawî hatina erkê xwe serdan kiribû.

Li vê hevdîtinê de, Serok Barzanî behsa rola birêz Ad Melkert ya li encamdana karê Neteweyên Yekgirtî ya bi awayeke rêkûpêk li Iraqê da kir û her wiha li dirustkirina pêwendiyeke xurt li gel aliyê Iraqiyan da kir û li erkê wî yê nû da hêviya serkeftinê xwest.

Li aliyê xwe ve, Ad Melkert ji bo wan hevkarî û kar hêsaniya ku li dema karkirina li Iraqê cenabê wî lê kiriye spasî Serok Barzanî kir û ragihand ku li raperandina wan erkan de ew hevkarî û piştevaniya cenabê wî sedemê serekiyê serkeftinê bûye û ji bo wan hemû pêşketinên Herêma Kurdistanê destxweşiyê jî li Serok Barzanî kir û ragihand ku her li sala 1991 ve kariye bi serkeftî sûd li wan derfetan wergirin ku hatine pêş. Birastî pêşketinên mezine û neku her li Iraq belku li gor welatên dewruber jî da mînakeke ber bi çavin.

Guftûgokirina guhertinên vê dawiya vê ya navçeyê û rewşa siyasiya Iraq û topbarankirina axa Herêm û berdewamiya topbaranan û bandora wan ya li ser rewşa welatiyên Kurdistanê û paşaroja Iraqê ya piştî vekişana hêzên Emerîka û pêşketinên dawi ya hinek ji navçeyên veqetandî bi taybetî li Celewla û Se'diye mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Li vî warî de Serok Barzanî balkişand li ser wê bernameya rêkupêk ku dijî bi Kurd li wan navçeyan da tê peyrew kirin û ragihand ku zexteke mezin li wan navçeyan de li Kurdan hatiye kirin çi bi kuştin bê yan tirs û toqandin ku eve jî wiha kiriye malbatên Kurdan wan navçeyan bi cîh bihêlin û çend car jî ev mesele dûbare bûye. ji bo wê yekê bi tu awayekî rê bi wê yekê nadin ew bernameya dijî welatiyên me li wan navçeyan da bête bi cîh kirin. Bi hemû hêza xwe ve parastina wan dikîn û divê ewên navçeyan bi cîh hiştiye vegerin ser mala xwe û divê dilniyabin li jiyan û guzeraniya xwe û hevsengî jî vegerê nav hêzên serbazî û polîsên wan navçeyan.
Top