• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serokê herêma kurdistanê dilgiraniya xwe li hember Şehîd Kirina 7 Welatîyên sivîl yên Kurdistanê radgihand

Gulan Media August 22, 2011 Nûçe
Serokê herêma kurdistanê dilgiraniya xwe li hember Şehîd Kirina 7 Welatîyên sivîl yên Kurdistanê radgihand
Hevdem li gel şehîd kirina 7 welatiyên Medenî yên Kurdistanê ji aliyê Balefirên Artêşa Tirkiyeyê ve, îşev Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî peyamek nivîskî şand.

Serokê herêma Kurdistanê di vê peyama xwe de fikar û dilgiraniya xwe a li hember bordiman û topbaran kirina Deverên Sînur yên Kurdistanê ji aliyê Îran û Tirkiyeyê ve diyar kiriye û ragihandiye ku, şehîd kirina welatiyên medenî ti henceteke xwe tuneye û daxwaz ji Tirkiyeyê dikim ku, ti careke din tişteke bi vê rengî dûbare neke.

Ev texta daxuyaniya Serokê Kurdistanê ye;

Bi navê xwedê mezin û dilovan

Ev çend rojeke ku, Balefirên Artêşa Tirkiyeyê dest bi topbaran kirin hin Deverên Sînur yên Kurdistanê kiriye û di encama bordimana roja Yekşem 21.8.2011an de 7 welatiyên medenî şehîd ketine. Hevdem li gel mehkûm kirina ev bordimana han dilgiranî û xemgîniya xwe a li hember şehdî bûna ev 7 welatiyên medenî diyar dikim, û tekez li ser vê yekê dikim ku, şehîd û birîndar kirina welatiyên medenî ti henceteke xwe tuneye û daxwaz ji Tirkiyeyê dikim ku, ti careke din têşteke bi vê rengî dûbare ne.

Mesûd Barzanî

Serokê herêma Kurdistanê

21.8.2011
Top