• Monday, 02 February 2026
logo

Serokatî ya HK: em bawerîn ku ev ceng û bomberana li turkiyê, tenê malwêraniyê û xizmeta tû alî ya nake

Gulan Media August 18, 2011 Nûçe
Serokatî ya HK: em bawerîn ku ev ceng û bomberana li turkiyê, tenê malwêraniyê û xizmeta tû alî ya nake
Cihê dax û dilgiranî yek mezine bo me ku di van rojên dawîyê de şer û pevçun di nava xaka Tirkîya hevso de serhelda ye ve û di dawî kar de jî bi sedema teqîna bombekî venayî li ser rêya nêvbera Colemêrg û Çelê , hejmarek ji leşkirên di nîv rêzên supayê Tirkî yê de bûne qurban.

Em li serokatî ya herêma kurdistanê vî rewşa şer û serheldana meyla tundûtîjyê bi giştî û teqîna nêz bajêrkê Çelê, bi tundî şermezar dikiîn û em bawerîn ku ceng û rub rubuna bi çekan û bomberanê ,ji bilî ku malwêranî yê , xizmeta tû alî ya nake, hevdem arîşeyan jî aloztir dike û zirarê jî bi pirosîsa aştevayê digehî ne.

Jiber wê yekê dixazîn şer û tunûtîjî yê veder bikin û berê xwe bidin giftûgo û dayelogê jiboy çareserkirina arîşeyan,jiber ku ji nu serheldana şer û buyerên weha , wê tev bizav û fersendên çareserî ya aştîyane ji nav bibe.

Peyvdarek bi navê

Serokatîya herêma kurdistanê


18-8-2011
Top