Hêrsa turkiya li ser Qendîl derket holê, bombekirinek bihêz û bê encam
Piştî ku artêşa Tirk duh di şerê li navçeya Çelê ya Colemêrgê de gelek windahî da û derbeyên giran xwar, 24 balafirên şer ji Amed û Êlihê rabûn û sînûrê Herêma Kurdistanê yê di bin çavdêriya gerîlayan de bombebaran kirin
Balafirên şer ên artêşa Tirk gundên Qendîlê kir hedef û li Navenda Ciwanan a gundê Zergelê xistin. Navenda ciwanan ji ber bombebarana artêşa Tirk hilweşiyan, her wiha xaniya gundiyê bi navê Koxê Qadir bi erdê re bû yek. Gundiyên Lêlkanê jî li rastî bombebaranê hatin û gundî berê xwedan bajaroka Sîdekanê.
Piştî êrişa yekemîn a li ser Qendîlê di saet 23.00 bi dawî bû, çavkaniyên PKK’ê daxuyanî dan û diyar kirin ku tu windahiyên PKK’ê çênebûne.
Çavkaniyên PKK’ê dan diyarkirin ku dema bombeyên di avêtin diteqiyan, li peyxwe komek ewrê reş dihiştin.
Her wiha hat zanîn ku artêşa Tirk li dijî Zap, Xinêre, Xakûrkê û Metînayê êrişên dijwar ên hewayî li dar xistin. Hat diyarkirin ku di êrişê de tu windahiyên gerîlayan çênebûn.
Çavkaniyên nûçeyan ên Başûrê Kurdistanê jî radigihînin ku heta niha êrişên artêşa Tirk bê encam mane, artêşa Tirk ji Tabûra Robarok a Şemizînanê Çiyayê Govendê û Xakûrkê bê navber dan ber obîs û hewanan.
Her wiha li navçeya Şemêzînan a Colemêrgê leşkerên artêşa Tirk xwestin sînor derbas bikin. Di navbera leşker û gerîlayên HPG’ê de şerên dijwar qewimîn. Hat diyarkirin ku artêşa Tirk çekên giran bi kar anî, lê gerîlayan nehişt sînor derbas bikin, û artêşa Tirk paş ve vegerand.
Her wiha saet di 03:00 de jî careke din êrişê kirin û êriş bi qasî saetekê dom kir. Di vê êrişê de Lolan, Xinêre, Xakurkê û Qendîlê kirin hedef. Di saetên danê sibê de nûçegihanên ANF’ê yên Qendîl û Xinêreyê ragihandin ku tu windahiyên gerîlayan tune ye.
Rayedarek ê HPG’ê derbarê mijarê de agahî da ANF’ê û got; “Ev demek dirêj e em her tim di întîşarê de ne. Em li benda êrişên hewayî bûn. Ev ji bo me nebû surprîz. Tedbîrên me hebûn, jixwe her sal êrişê pêk tên. Em tevgerek a gerîlayan a 30 salan in. Bi vî awayî di êrişa duh de jî tu encamek bi dest nexistin.”
Hat zanîn ku niha jî hêriş berdewamin û navçeyên sînûrî yên herêma kurdistanê yên ku di destê PKK ê de tên bombebarankirin
ANF
