Îro 8 kes di 4 teqînan de li Kerkûkê birîndarbûn
Çavkaniyek ji polîsên Kerkûkê ragihand: “Îro di saetên sibehê de li Kerkûkê 4 teqînan rûda, di encamê de 8 kes birîndar bûn. Ev teqîn jî bombeyên berê hatîn vedan bûn. Herwiha 3 teqîn li nêzî baregeha navçeya 5 a girêdayê liqa 3 ya PDKê teqiyan. Teqîna çaremîn jî li derdora hêzên navenda polîsên Erûbe hat teqandin.”
Heman çavkaniyê got: “Di wan bûyeran de 3 karmendên asayîşa Kerkûk, 3 polîs û 2 hevwelatiyên sivîl birîndar bûn.”
Roja 15.08.2011an dû teqîn li Kerkûkê çêbûbûn, di encamê de kesek hatibû kuştin û 20 kes jî birîndar biribûn. Di heman rojê de li gelek bajarên İraqê teqînan rûdabûn, di encama wan teqînan de 61 kes hatibûn kuştin û 212 kes jî birîndar biribûn.
Rudaw
