• Tuesday, 03 February 2026
logo

HPG: 18 leşkerên artêşa Tirk di heyama sê rojên borî de li bakurê Kurdistanê hatin kuştin

Gulan Media August 14, 2011 Nûçe
HPG: 18 leşkerên artêşa Tirk di heyama sê rojên borî de li bakurê Kurdistanê hatin kuştin
Hat diyarkirin ku di şerên li Şirnex û Dêrsimê de di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên Tirk de qewimîn 18 leşker hatin kuştin..

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê derbarê hêrişa 14 vê mehê li dervera Çeman a navçeya Elkê ya Şirnexê li dijî karwanê leşkerî hat lidarxistin de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku gerîlayan demjimêr di 19.30 de çalakî li dar xistin û ev agahî hate dayîn; “Di çalakiyê de gerîlayên me li benda derbasbûna cerdevanên ku didin pêş leşkeran man û piştre yekîneya ji 25 leşkera pêk dihat kir hedef. Li vê derê 11 leşkerên Tirk ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin.”

her dîsan Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê da û derbarê şerê li Qilaban ê , Dêrsim û Colemêrgê de agahî da.

HPG’ê ragihand ku roja 13’ê tebaxê, demjimêr di 8.30 gerîlayan li ser riya gundên Gundik û Biryan ên navçeya Qilaban a Şirnexê çalakiyek li dar xistin. Hat diyarkirin ku di daxuyaniyê de 2 leşker hatin kuştin.

HPG’ê derbarê şerê di 12’ê tebaxê de li Dêrsimê qewimî de jî ev agahî da; “Artêşa Tirk di 12’ê tebaxê de li deverên Deşt û Remezanliyê yên navçeya Qisle ya Dêrsimê dest bi operasyonênekê kiriye di encama operasyonê de 4 leşker ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê herêmê bi helîkopterên kobra bombebaran kir û bi helîkopterên Sroksy kuştiyên xwe ji herêmê dûr xistin.

Her wiha gerîlayan, di 12’ê tebaxê de li dijî girê Çeper ê navçeya Elkê ya Şirnexê çalakiyek li dar xistin û di encamê de leşker hate kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku gerîlayan di 13’ê tebaxê de demjimêr di 17.00 de di navbera girên Bêson û Silortê yên Şemizînan a Colemêrgê de çalakiya venêrîna nasnameya li dar xistine û rê qût kirine. Her wiha di heman rojê de artêşa Tirk li gelemperiya Mûşê dest bi operasyonên berfireh kiriye.

ANF
Top