• Tuesday, 03 February 2026
logo

Du sînatorên Emrîkî êrîşên îranê bo ser sînurê herêma kurdistanê şermezar kirin

Gulan Media August 13, 2011 Nûçe
Du sînatorên Emrîkî êrîşên îranê bo ser sînurê herêma kurdistanê şermezar kirin
Her yek ji Con MeCayn û Jeo Lieberman ku du sînatorên navdar ên Emerîkayê ne, di ragihandinekê de li hemberî êrîşên artêşa Îranê bo ser navçeyên sÎnurên Herêma Kurdistanê, nerezayetîya xwe derbirîn.

Li gor nûçeyek Malpera Sonoranalliance’ê ya Emerîkî, MeCayn û Lieberman di ragihandinê de ku duhî belav kirine, tevî şermezarkirina van êrîşan, amaje bi wê çendê dikin ku ji ber êrîşên Îranê yên bo ser herêma Kurdistanê jimareyek welatîyên sivîl hatine kuştin û birîndar bûne û dehan malbat jî koçber bûne.

MeCayn û Lieberman diyar dikin ku ew, êrîşên Îranê wek hewleke bo destêwerdan li karûbarê navxwe yê Iraqê dizanin û Îran alîkariya darayî dide grûpên radîkal û serperiştiya wan dike ku armanca wan gef li Iraqê xwarin e.

Di beşeke din a ragihandinê de amaje bi wê çendê tê kirin ku ew êrîşên Îranê û encamên wê ji nêz ve dişopînin û divê Îran zûtirê êrîşên xwe rawestîne û rêz li serweriya Iraqê bigire ku serkirdeyên Bexda û Hewlêrê jî gelek caran daxwaza rawestandina van êrîşan kirin.

Hêzên artêşa Pasdarên Îranê ji 16ê meha borî ve bi hêzeke mezin (nêzîkî 20 hezar leşker), bi navê lêdana çekdarên PJAKê, bi top û hêzên asmanî êrîşî navçeyên sinorî yên herêmê kirin û di encamê de 3 welatên sivîl yên herêmê canê xwe ji dest da û sedan malbat jî koçber bûn.
Top