• Tuesday, 03 February 2026
logo

UNHCR alîkaryên mirovî bi ser awareyên topbarana artêşa Îranê parvedike

Gulan Media August 11, 2011 Nûçe
UNHCR alîkaryên mirovî bi ser awareyên topbarana artêşa Îranê parvedike
Komisyara bilinda UN bo koçbera , alîkaryên mirovî bi ser 120 kesên 20 malbatên navîeya Qesrê ya ser bi qeza Çomanê parvekirin ku piranîya wan jin û zarok bun û xelkê gundên navçeyên ser sînurên Îraq û Îranê bun û bi sedma topbarankirnê ku ji meha xezîrana derbûy were berdewame, koçkirye bo navçeyên aramtir.

Ew harîkarî pêkhatibûn ji rayex û kel û pelên xwerin têde lênanê û dolkên av û neftê û textê nivistinê û çendîn tiştên din ku ji alî yê rêkxistî yên warê mirovayê ve hatibûn pêş kêş kirin.

Piranî ya awareya xwedî pezin û karê merdaryê û cutkaryê dikin û piştî gund û malên xwe hêlane , metirsî ya wê yekê hehye ku berhmê îsal ji ber topbaranê ji dest bidin, ku bê gûman ew yek jî wê zirarek pir mezin be bo dahatê wayê ev sal.

Li gor raporên sazî yên hikumeta herêma kurdistanê bi sedan malbatên din jî , ji navîeyên Çoman û Hacî Omeran ji ber topbarana Îranê koçbarbûne û hinek ji wan ji alî yê xizm û mirovên wan ve li deverên din mêhvan kirîne û hinek jî her weha di nêv navîeyên çîyay de mane, ji ber wê yekê komisyara bilinda UN bo awara û rêkxistî yên mirov dost dê berdewam bin ji helsengandina rewşa koçbera û destnîşankirina pêwîstî yên wan .
Top