• Tuesday, 03 February 2026
logo

Bîreke mezin ya petrolê li Herêma Kurdistanê hat dîtin

Gulan Media August 11, 2011 Nûçe
Bîreke mezin ya petrolê li Herêma Kurdistanê hat dîtin
Li bajarê Şêxanê di nêvbera Hewlêrê û duhokê de, duyemîn bîra mezin a petrolê ku navbera 4.9 heta 10.8 milyar bermîl petrol tê de hene, hat dîtin.

Li gorî nûçeya rojnameya “Daily Telegraph” a Brîtanyayê, fîrmaya “Gulf Keystone” a Kenedayê, duyemîn bîra mezin a petrolê li navçeya Şêx Adî li nêzîk Şêxanê vedît.

Rojnameyê xuya kir ku piştî vedîtina wê bîrê, dibe ku para wê kompaniyê di bazarên cîhanê de, bilind bibe.

Berpirsê kargêrî yê kompaniyê John Garstnlh got, “Vedîtina bîra Şêx Adî gelek girînge û rêjeya ji sedî 80 ji qezenca kêlgeha petrolê dê ji kompaniyê re be.”

Tê zanîn, Iraq niha 2 milyon û 700 hezar bermîl petrol di rojê de, berhem tîne û dixwaze rêjeya henardekirina petrolê bo derve di salên bê de zêdetir bike.

Di nîsana borî de, Wezareta Petrolê ya Itaqê ragihand ku Iraq dikare heta sala 2014ê, 5 milyon û 600 hezar bermîl petrol di rojê de henarde bike.
Top