Îtaliya dê astê nivîsîngeha xwe li Herêma Kurdistanê bo konsûlxaneyê bilind bike
Di destpêka dîdarekê de wezîrê pilandanînê amadeyîya wezareta xwe bo alîkarîya nivîsîngeha balyozxaneya Îtaliya ya li herêma Kurdistanê nîşan da.
Herwisa wezîrê pilandanînê bi kurtî behsa erk û çalakîyên wezareta pilandanînê û prosesa weberhênanê li herêma Kurdistanê kir.
Berpirsê nivîsîngeha balyozxaneya Îtaliya li herêma kurdistanê jî ji alî yê xwe ve ragihand, ku piştî çend serdanên serokê herêma Kurdistanê yên ber bi Îtaliya ve peywendîyên navbera Îtaliya û herêma Kurdistanê ber bi qonaxeka nû ve çûne û dê di demekê nêzîk de konsûlxaneya Îtaliya li Hewlêrê bi awayekî fermî vebe û dê dest bi karên xwe bike.
Sîmon De Santî herwiha got, ku herêma Kurdistanê û herwisa Iraq bo Îtaliya xwedî pêgehên stratejîk û abûrî ne û kompanyayên Îtaliyayî bi awayekî berçav li herêmê amade ne û ew dê hewl bidin peywendîyên navbera herdu alîyan xortir û berfirehtir bikin.
Herdu alî li ser girîngîya geşkirina kerta taybetî de bo vejandina abûrîyê herêma Kurdistanê û berdewambûna karên hevpişkên navbera herdu alîyan di evê biwarê de nerîneka hevbeş hebûn. KRG
