26'emîn rûniştina doza KCK'ê dest pê kir
26'emîn rûniştina jê 104 girtî 152 siyasetmedarên Kurd ku di nav de şaredar, siyasetmedarên Kurd jî hene li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê dest pê kir. Doza siyasetmedarên Kurd ku bi girtina 14'ê Nîsana 2009'an dest pê kir bi rûniştinan didome. Ji bo rûniştinê di destpêkê de 6 siyasetmedarên ku di nav de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Muharrem Erbey di bin tebrînên polîsan de anîn dadgehê. Beriya rûniştin destpê bike polîsan derdorê avahiya Edliyeya Amedê dorpêç kir. Her wiha panzer û TOMA li nêzî Edliyeyê bi cih kirin û tedbîrên mezin girtin.
Di rûniştinê de ji parlementerên BDP'ê tenê 9 parleneter û rêveberên BDP'ê yên Amedê amade bûn. Her wiha ji ber ku, derbarê 300 parêzerên Baroya Amedê de serlêdana sûc hatibû kirin Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê prz. V. Ahsen Coşar û parêzerên buroyên Îzmîr, Enqere û Stenbolê jî amade bûn.
ANF
