• Monday, 02 February 2026
logo

Konsilxaneya Îtaliya li kurdistanê dest bikar dibe

Gulan Media August 8, 2011 Nûçe
Konsilxaneya Îtaliya li kurdistanê dest bikar dibe
Îro Dîplomatê Îtalyayî Simon De Santi di serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de, çû fermangeha peyweniyên derve yên H. Herêmê û bi berpirsê wê fermangehê Felah Mistefa re hevdîtinek pêk anî.

Di Santi li Herêmê bi fermî wek berpirsê buroya konsolxaneya Îtaliyayê dest bi kar bû.

Hêjayî gotinê ye ku Paş hevdîtina par ya serokê Herêma Kurdistanê bi wezîrê derve yê Îtaliyayê re, biryar hatibû dayîn ku Îtalya nûneratiya xwe li Herêmê diyar bike.

Her li ser wê biryarê û paş bidawîbûna piroseyê, konsolgerî îro li Herêmê hat vekirin û êdî dest bikar bûye
Top