• Wednesday, 04 February 2026
logo

Demirtaş: Ger KCD patiya ça vexwarnê be çima lêpirsînê li ser vedikin?

Gulan Media August 8, 2011 Nûçe
Demirtaş: Ger KCD patiya ça vexwarnê be çima lêpirsînê li ser vedikin?
Serokê Koma BDP’ê Selahattîn Demirtaş nerazîbûn xwe di bara daxuyaniya Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç, ku ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) re gotibû ‘kom dibin, çay vedixwin û belav dibin’ nîşanda û got; “Ger KCD partiyek a çayê ye çima ewqas lêpirsîn li hember wê tê vekirin?”

Demirtaş li Colemêrgê çû Zozanên Berçelan û ligel jinên pez didoşin sohbet kir. Demirtaş piştre bersiv da pirsên rojnamevanan û nerazîbûnek tund nîşanî daxuyaniya Bulent Arinç da.

Demirtaş got, “Di rastiyê de ew cidiyeta karê ku niha KCD dike baş dizanin. Lê ji bo li rayagiştî veşêrin û mijarê berovajî bikin, KCD’ê biçûk dixin. Lê KCD meclîseke sivîl e. Meclîsek a gel e, Delegeyên wê ji aliyê gel ve hatinehilbijartin. Di nava wê de bask û rêxistinên sivîl ên civakî hene, pêşketinên siyasî bi awayeke baş dişopîne, gotûbêj dike û biryarên girîng ên siyasî digire.Ger KCD partiyek a çayê ye, çima dozger ewqas lêpirsîn li hemberî wê didin meşandin. Çima li dijî KCD’ê amadekariyên operasyonan dikin?"

Demirtaş got; “Ger wezîrek an jî nunerek ê hikûmetê li welatê xwe henekên xwe bi Meclîsek a gel dike, ew jî tê wê wateyê ku bi tu awayî demokrasî di nava wê hikûmetê de tune ye"û wiha ji Arinç re axivî; "Baweriya wî bi demokrasiyê tune ye. Ango dema gel ji nava xwe xwe bi rêxistin bike, ji ya vî ev biçûkxistin e û ez dixwazim dema Damat Ferîd bînim bîra wî. Dema Kurd û Tirk di kongreya Sêwas û Erziromê de kom dibûn, Damat Ferîd henekên xwe bi wana dikir. Ez careke din ji wî re pêşniyar dikim, bila wê dîrokê careke din bixwîne.”

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk beriya civîna Meclîsa Domdar ya KCD'ê ya ji 101 kesan pêk tê duh li Mêvanxaneya Bajarê Mezin ya Amedê pirsên rojnamegeran bersivand. Tugluk derbarê daxuyaniya Arinç de got “Bi biryarên ku em ê bigirin wê Birêz Arinç bibîne ku em çay venaxwin û rûnanên."

ANF
Top