Telîbana helîkopterek xist: 31 leşkerên DYE'yê mirin
Li gorî daxuyaniya li meqamê Serok Dewletê Efxanîstanê Hemîd Karzayî hatî dayîn, hat diyarkirin ku li eyaleta Wardak’ê helîkopterekî koalîsyonê ketiye. Di daxuyaniyê de hat aşkera kirin ku, 7 leşkerên girêdayî hêzên taybet yên Efxanîstanê jî mirine.
Rayedarên herêmê dan diyarkirin ku, helîkoptera hêzên Efxan û koalîsyonê di dema operasyona li ser Telîbana ya li qesabeya Seyd Abad de ketiye. Rayedaran bilêv kir ku, nayê zanîn ka helicopter di encama êrîşkirina serhildêran de ketiye yan na.
Lê belê Telîbana diyarkirin ku, wana helicopter xistiye. Berdevkê Telîbana di daxuyaniya dayî de diyarkir ku, helîkoptera ku ji aliyê Emerîka ve hatî çêkirin ya binavê Chinook ku ya veguhestinê ye. Her wiha dan diyarkirin ku, ev helicopter ji bilî 3 muretebatan 44 leşkeran dihilgire.
Li gorî malpera icasualties ku windahiyên hêzên NATO digire, diyarkir ku ji serê salê heya niha herî kêm 342 leşkerên NATO hatine kuştin. Ev hêjmar ji destpêka şer heya niha ji 2600 derbaz dike.
ANF
