Xwepêşanderên Meydana Tehrîrê ya Bexdayê topbaranên Îranê şermezar kirin
Duhî sibê jî dehan welatiyên Bexdayê berê xwe dan Meydana Tehrîrê û di xwepêşandana xwe de êrîşên Îranê yên bo ser navçeyên herêma Kurdistanê şermezar kirin û daxwaz ji Bexdayê kirin ku li hemberî birbûmanên Îranê helwest werbigire û bo gotûbêjkirina wê pirsê şandeyeke bo Tehranê binêrin.
Xwepêşanderan daxwaz ji serokwezîr Malikî kirin ku dawî li qeyrana postên wezaretên ewlekariyê bîne ji ber ku bo mayîna hêzên Amerîkayê wek hincetek tê bikaranîn.
Meydana Tehrîrê ya li Bexdayê ku ji 25ê sibata borî ve rojên înê tê de xwepêşandanên cemawerî tên sazkirin û hindek caran daxwaza xizmetguzarî û nemana gendeliyê tê kirin û hindek car jî gotin û daxwazên siyasî tên kirin, bûye platforemeke bo têkiliyên di navbera hikûmet û daxwazên xelk de.
AKnews
