• Tuesday, 03 February 2026
logo

9 Parlamenterên Elman: Divê Îran wê xwînrijandinê rabigre

Gulan Media August 4, 2011 Nûçe
9 Parlamenterên Elman: Divê Îran wê xwînrijandinê rabigre
Bi daxwyanîyeke hevpişk, 9 parlementerên Elman yên ser bi Partiya Çep (DÎe LÎnke) û çendîn akademîsyenên Elman êrişên dewleta Îranê bo ser xaka Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kirin û bangî hikûmeta Elmanya û rayedarên Yekîtiya Ewrûpa kirin ku ji bo bidawî anîna van binpêkirinan bandora xwe ya li ser aktorên herêmê bikar bînin.

Harald Weînberg, ku yek ji parlementerên ku daxuyanî destnîşan kiriye, wiha dibeje: “Derbaskirina sînor ya dijyasaya navnetewî ya, ji aliyê artêşa Îranê ne qebûlbar e. Em bangî hikûmeta federal ya Elmanyayê û Yekîtiya Ewrûpayê dikin ku hemû rêyan bikar bînîn, dakû rijandina xwînê ya bêwate bê rawestandin“

peyvdara Sîyaseta Hundir ya Partiya Çep, Ulla Jelpke, jî sîyaseta Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê rexne dike ku ew “bi agahiyên sîxurî derbarên şervanên kurd de piştgiriyê dide hevgirtina şer di navbere Îran û Tirkiyê de.“ Parlementer Ulla Jelpke herwiha hikûmeta Elmanya jî rexne dike: “Lê Elmanya jî beşeke ji vê hevgirtina dij kurda, dema ku ew Kurdên ku li vir dijîn bi qedexeya li ser PKK krîmînalîze dike û wan weke terorîstan dişopîne. Hemû hêzên demokratîk û tevgera aştîxwaz divê niha piştgirê Kurdan bin ku dîsa bi komkujiya rûbirû mane.

Parlementerên ku daxuyanî destnîşan kirine:

Andrej Hunko, Heidrun Dittrich, Ulla Jelpke, Ingrid Remmers, Harald Weinberg, Ali Atalan, Barbara Cárdenas, Cansu Ozdemir, Bärbel Beuermann.

Wekî din: Prof. Dr. Werner Ruf (Lêkolerê aşîtiyê, Kassel), Dr. Peter Strutynski (Berdevkê Lîjneya Aşîtiyê ya Federal), Martin Dolzer (Sosyolog) und Murat Cakir (Weqfa Rosa Luxemburg).
Top