• Tuesday, 03 February 2026
logo

Cem Ozer: Bila xweseriyê bidin Kurdan

Gulan Media August 3, 2011 Nûçe
Cem Ozer: Bila xweseriyê bidin Kurdan
Yek ji şovmenên Tirk yê herî navdar bal kişand ser şerê ku li Tirkiyê diqewime û got: “Êdî xweseriyê bidin Kurdan.”

Yek ji Şovmenê Tirk yê navdar Cem Ozer bûyerên dawî yên li Tirkiyê nirxand. Li gorî Rûdawê, Ozer bal kişand ser şerê ku vê dawiyê li Tirkiyê diqewime û got: “Divê êdî çareseriyek ji vê yekê re bê dîtin. Bi şer çênabe. Bi dehan mirovan jiyana xwe ji dest dan. Divê fikir li mirovên wê derê (Bakûrê Kurdistan) jî bê kirin. Êdî divê dewlet di rêya aştiyê de biçe. Bila xweseriyê bidin Kurdan.”

Cem Ozer 5ê cotmeha 1959an li Goksun-Mereşê ji dayîk bûye. Di heman demê de hunermendê sînema û tiyatroyane, pêşkêşvan û nivîskare. Ozer di gelek filmên cûda de leyîstiye û dû caran zewiciye.

nukurd
Top