• Monday, 02 February 2026
logo

Demîrtaş: Êdî tehemûl nema, yan bila biryara bidin yan jî hemû kurdan têxin girtîgehan

Gulan Media August 3, 2011 Nûçe
Demîrtaş: Êdî tehemûl nema, yan bila biryara bidin yan jî hemû kurdan têxin girtîgehan
Serokê Koma BDPê Selahattîn Demîrtaş, bal kişand ser 24-emîn rûniştina doza KCKê ku jê 104 girtî bi tevahî 152 siyasetmedarên kurd tên dadgehkirin û diyar kir ku ne dadgeh divê dewlet biryarê bide, an hemû kurd bên girtin û bişînin girtîgehê, an bila bi têlan vê herêmê dorpeç bikin û bikin girtîgeha vekirî.

Parlamenterên BDPê xuyakir, Piştî dozê parlamenterê CHPê yê Îzmîrê Oguz Oyan, axaftinek kir. Oyan, diyar kir ku divê girtî serbest bên berdan, ji ber ku ev ne darizandineke adilane ye. Herwiha cîgirê Giştî yê CHPê û Parlamenterê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu jî da zanîn ku Dadgeha Rayeya Taybet a Giran li Tirkiyeyê divê ji holê bê rakirin. Tanrikulu, anî ziman ku ji bo pêvajoyek nû ya Tirkiyeyê divê di asta edaletê de sererastkirinek pêk bê.

Serokê Koma BDPê Selahatîn Demîrtaş, da zanîn ku niha di pergala darazê de xitimandinek heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di rûniştinê de bersûc, parêzer, lêkolîneke cîdî û îdianameyek nîne. Ev tişt tê wateya xitimandinê. Ev tişt ji ber daxwaza parastina bi zimanê kurdî pêk hat. Ji ber ku nikarin bi zimanê xwe parastina xwe bikin, daraz xitimî. Ji ber vê jî divê ne dadgeh, divê dewlet biryarê bide. Divê kurd li her qada jiyanê bi awayek aramtir bikarin zimanê xwe bikarbînin. Ev tişt karê dewletê ye."

Demîrtaş, diyar kir ku 2 sal û nîve siyasetmedarên kurd girtîne û di sala 2007an de lêpirsin hatibû dest pê kirin. Demîrtaş, wiha axivî: "Niha bi tevahî 5 sal di ser dozê re derbas bû. An dê kurdan bigirin û an jî derdora herêmê bi telên stirî dorpêç bikin. Ev tişt jî tê wateya girtîgeha vekirî. Ji ber ku kî-kê li herêmê bijî tê sûcdarkirin. Divê AKP çareseriyê pêk bîne. An meclisê baş bide bikaranîn. Em parsekiya aştî û edaletê nakin û heke daxwaz dikin, bila me hemûyan bigirin û bişînin girtîgehê."

nukurd
Top