Osame Nucêfî: li gor rêkeftina hêzên siyasî yên Îraqê gereke hikûmet madê 140ê cîbecîbike
Di bara ewlehiya welat de Nucêfî got: ta niha ji aliyê hêzên ewlehî yên Îraqê ve çi raporek ne gehaye me ku tê de şiyanên wan ji bo girtine desta ewlehiya welat hatibin diyarkirin.
Navhatî tekez li beywendiyên di navbera perleman û hikûmeta Îraqê de kirin daku kar baştir birêve biçin.
Herweha got jî: gereke em berhengarî gendeliyê bibin û bizavê bikin xizmetguzariyên welatiyan dabînbikin.
