• Monday, 02 February 2026
logo

Serokê Perlemana Turkiyê: PKK’ê stratîjiya xwe guhartiye

Gulan Media November 7, 2010 Nûçe
Serokê Perlemana Turkiyê: PKK’ê stratîjiya xwe guhartiye
Mhemed Elî Şahîn Serokê Perlemana Turkiyê di çarçovê seredana xwe ya bo bajêrvaniya Fatih ya bajarê Stenbolê di prês konferansekê de derbarê pirsekê ka çawa teqîna Stenbolê dinirxîne got: ‘dema ku PKK’ê hest bi wê çendê kir ku Turkiya arasteya xwe ya siyasî naguhore, PKK’ê bi xwe sitratîja xwe guhart.

Hevdem, Wecdî Wezîrê Berevaniya Turkiyê di peyvekê de li Perlemana Turkiyê got: ‘Ta niha PKK metirsiyek mezine li ser Turkiyê’.

Li gor ajansa Cîhan ya turkî Gonel di peyva xwe de gotiye ku PKK xwe bi hêz û şiyan nîşan dide û bizavê dike daku xwe di arasteyek ji hejî de nîşan bide, lewra jî guhertin di stratîjiya xwe de kiriye.
Top