Duhok – Li Berdereşê jinek ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin
Berdevkê polîsê Duhokê Hêmin Silêman ji BasNewsê re got, şeva borî li Berdereşê jinek hat kuştin.
Hêmin Silêman her wiha got, piştî ku me lêkolîn kir derket holê ku jinik ji ber arîşeyeke civakî, ji aliyê birayê xwe ve hatiye kuştin. Jina ku hatiye kuştin, dayîka zarokekî bû.
Berdevkê polîs da zanîn, ew kesê ku jinik kuştiye, reviyaye ji ber wê jî hêzên polîs li dû wî ne.
