Li Silêmaniyê termê jinekê di malekê de hat dîtin
Beşa Ragihandin û Peywendiyên Rêveberiya Polîsê Silêmaniyê diyar kir: “Roja sêşemê (17-04-2018) termê jineke temen 40 salî li mala wê ya li taxa Zergete ya Silêmaniyê hat dîtin.”
Li gor nûçeya Polîsê Silêmaniyê, di lêkolînên destpêkê de derket holê ku navê jinikê Ş.R.A ye.
Herwiha hat diyarkirin ku ji aliyê polîsê Silêmaniyê ve li ser bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.
Rudaw
