Loristan…Şer di navbera du malbatan de; 5 kuştî 12 birîndar
Li gor raporta malpera Tesnim a ser bi sipaha pasdaran, cîgirê parêzgerê Loristanê Hebîbulla Xucestepûr ragehandiye: ‘’Duh 05.08.2017ê li gundê Melkabad ê ser bi bajarê Elîgûderzê de şer di navbera du malbatan de derket û ew şer û pevçûn bû sedema mirina 5 kesan û birîndarbûna 12 kesên din jî.’’
Herwaha amaje bi vê yekê jî kir, ku ew kesên ku hatine kuştin, kesûkarên hev in û heman demê de birîndar jî rakirine nexwaşxaneyan û kesên kujer jî hatine girtin.
Basnews
