Bavê ku zarokê xwe zindanî kiribû hat girtin
Duh di saet yekê şevê de li ser giliya welatiyan, hêzên polîsan li Kerkûkê bi ser malekê de girtin ku ew malbat ji navçeya Tilefer a Mûsilê awareyî Kerkûkê bûne û li nav malê zarokekî 12 salî ku hatibû zindanîkirin dîtin.
Zarokê bi navê Samî di nav jûreke tarî û germ de 20 roj hatiye girtin. Li gor gotina cîranên wê malê, ne tenê hatiye zindanîkirin, herwiha bavê wî îşkence jî bi wî kiriye.
Bavê Samî li ser hinceta girtina zarokê xwe îdia dike, ku nexweşiya derûnî ya zarok heye û jiyan lê tal kiriye.
Herwiha bavê Samî dibêje: “Ew bi şevan ranakeve, êrişî zarokên piçûk dike. Gelek caran ev kiriye, ne ku carekê. Lê arîşeya wî raneketin e.”
Li ser îdiayên ku îşkence lê dike, bavê Samî dibêje: “Na, min ew zindanî nekiriye. Tenê bi şevan, min ew li wir dihişt. Ji bo xwarinê, serê sibehan, nîvro û êvaran, min ew dianî xwarê.”
Polîsan piştî dîtina rewşa zarok, kelepçe li destên bavê zarok xistin û ew desteser kirin, herwiha ji bo biryara dadgehê ew birin navenda asayîşê.
Efserê Polîs ê Binkeya Azadî Aram Mihemed ji Rûdawê re ragihand: “Me weke Binkeya Azadî li ser bavê zarok rêkarên yasayî anîn cih. Bû demek, dê û bavê zarok ji hev cuda bûne. Ji ber vê nikare zarokê xwe xwedî bike û ew zindanî kiriye. Guhê zarok hindik dibihîze û nikare biaxive.”
Rudaw
